Aboriya Tirkiyê di rewşa awarte de

Aborînas dibêjin di 3 mehên rewşa awarte de tê çaverêkirin ku bihayê zêr û diravan kêm nebe û bandora hewla derbeya leşkerî bidome.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li gorî aborînasan ji ber hewla derba leşklerî di hefteyekê de 78 milyar lîre zirara aboriya Tirkiyê çêbû. Bihayê Euro, Zêr û dolar jî zêde bûn.Li gorî ragihandina aborînasan xelk dolarên xwe difiroşin lêbelê zêran nafiroşin.

Çavên zêringer û diwîzvananlêbûn di demsala havînê de ji ber govend û dîlanan ew zêdetir karê zêr û dolaran bikin. Lêbelê hewla derbeya leşkerî derbeyek li karê wan jî dan. Zêringer Basit Tofan dibêje, beriya niha zêr giran bû xelkê jî zêrên di destê xwe de difirotin lêbelê niha xelk zêrên xwe nafiroşin. Sebebê vê yekê jî wiha tîne ziman:

Zêringer Basit Tofan  wiha got:"Piştî derbeyê xelk tirsiya. Xelk dixwaza zêrên xwe di destê xwe de bihêle. Ji ber ku nizane dê sibe çi biqewime niha sekinîne, ev hefteyeke ti kes nehatine zêr hûr nekirine."

Ji beriya hewla derbeya leşkerî, bihayê diravî derdora 2 lîre û 90 kurîş bû. Lê dûv re ji 3 lîreyan jî borî.  Diwîzvan Mehmet Karakaş jî dibêje ji ber ku niha bihayê dolarî zêde bûye piraniya xelkê dolarê xwe difiroşin.

Diwîzvan Mehmet Karakaş wiha axigî:"Yanî xelkê me, li hêviyê ne ku rewşa niha asayî bibe lêbelê xelk dolarên xwe difiroşin, em nikarin weke berê jî bistînin.  Wek mînak em bêjin beriya niha rojane me 100 hezar dolar difirot lê niha em 100 hezar dolar dikirin. "

Rêvebirên aboriya Tirkiyê dibêjin, bila ti qîsaweta ti kesî ji têkçûna aboriyê nebe wan tedbîrên aborî jî standine. Lê xelk dibêjin ew nizanin ka di pêşerojê de dê çi bibe, ji ber wê yekê li gorî xwe tedbîrên xwe distînin. Li Tirkiyê dawet, û razemenî jî vê gavê sekinî ne. Aborînas dibêjin di 3 mehên rewşa awarte de tê çaverêkirin ku bihayê zêr û diravan kêm nebe û bandora hewla derbeya leşkerî bidome.