Erdogan ligel serokên AKP, MHP û CHPê dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan sibe ligel 3 partiyên parlementoyê ji bilî HDPê dê bicive.
Li gor jêderên Serokomariyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê sibê demjimêr 14:00an de ligel Serokê AK-Partiyê Bînalî Yildirim, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî li Koşka Serokomariyê hevdîtinêk pêk bîne.
Hat ragihandin ku, Erdogan di wê civînê de ji bo helwestên bibîryar a partiyên parlementoyê a li dijî derbeyê dê sipasiyên xwe pêşkêş bike û derbarê hewla derbeya leşkerî de nêrîn û nirxandinên wan guhdar bike.
Herçiqas berî her kesî Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ligel serokên partiyan banga civînê kiribe û li dijî derbeyê bi awayekî eşkere derketibe jî, Erdogan Demîrtaşî venexwend li civînê.