Biro: Heger gerantiyeke navdewletî nebe bi rêjîmê re rûnanin

Biro got: “Em wek ENKSê baweriya me bi rêjîmê naye, ji ber ku rêjîmê di danûstandinên Cenev2 û Cenev3 de nikarî di bin çavdêriya welatên mezin de danûstandin bi opozîsyonê re bikira. Em bi tena xwe bi rêjîmê re hevdîtinan nakin, tenê heger gerantiyeke navdewletî hebe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa fermî ya nûçeyan “SANA” ku ser bi hûkumeta Sûriyê ve ye, li ser zarê berpirsekî ji Wezareta Derve yê Sûriyê ragehand ku, Sûriyê amade ye bê şertûmerc danûstandinan ligel opozîsyonê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî bike.

Li ser gotina Wezîrê Derve yê Sûriyê, Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand û got: “Rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê de çê bûye, ewê niha birê keve, herwiha danûstandinên Cenevê jî dê dest pê bike. Ji ber wê yekê niha rêjîm dixwaze diyar bike ku, ew amade ye danûstandinan bike.”