Wan: kesekî canê xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê li dijî polîsên Tirk êrîş hate kirin, welateyekî canê xwe ji dest da 2 welatî birîndar bûn.

K24 Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê li dijî polîsên Tirk êrîş hate kirin, welateyekî canê xwe ji dest da 2 welatî birîndar bûn.

Li bajarê Wanê Taxa Xaçortê li dijî wesaîta zirxpoş a polîsan bi roket û çekên giran êrîş hate kirin. Piştre navbera êrîşkaran û polîsan de pevçûnek dijwar rû da.

Di encamê de 3 welatiyên li cihê bûyerê bûn birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyê hatin veguhestin, lê kesekî ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê canê cwe ji dest da.

Li gor malperên nêzikî PKKê, polîsan bi mebest li ser welatiyan reşandiye.