Li Kobanê navenda leşkerî ya Amerîkayê bi dawî bû

Bo karê locistîk ji firokeyên Amerîkayê rereamade ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor jêderên navxweyî ji xelkên deverê Amerîkayê avakirina navenda xwe ya leşkerî li bajarê Kobanê bi dawî kir.

Derbarê wê navendê hin çalakvanên sivîl ji xelkên deverê ragehandin ku, Hêzên Amerîkayê avakirina navenda leşkerî li gundê Sibt ku bi 35k.m dikeve başûrî Kobanê bidawî kirin.Dan zanîn ku êdî ew navend bo karê locistîk ji firokeyên Amerîkayê reamade ye.

Li gor wan çalakvanan Erdê û zeviyê wê navenda leşkerî bi alîkariya Rêveberiya Xweser ve ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirîn.Berî niha Amerîka redikir ku wan bingeheke leşkerî li Kobanê ava dike, lê neha ew avakirina wê bingehê bidawî hat.