li Tirkiyê 42 rojnamevan hatin girtin

Li gor Serokomarê Tirkiyê heta niha13e hezar û 160 kes hatine girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî hewla derbeya leşkerî  ya li Tirkiyeyê biryara binçavkirina 42 rojnamevanan hate girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbeya leşkerî de li ser daxwaza Serdozgeriya Stenbolê ya pişka rêxistinên terorê biryara binçavkirina 42 rojnamevanan hate girtin.

Di nav wan de  rojnamevanê navdar yê Tirkiyeyê Nazli Ilicak jî heye. Ilicak di demên dawî de wekî rexnegirek hikûmeta AK-Partiyê derdiket pêş. Herwiha piştî hewla derbeye leşkerî Ilicak li ser hisaba xwe ya twîtirê ragihandibû ku: "Her nerazîbûnên li dijî derbeyê û piştevaniya Serokomar Recep Tayîp Erdogan nayê wataye demokrasiyê. Pêwîst e mirov di heman demê de li dijî derbeya sivîl jî derbikeve."

Li gor Serokomarê Tirkiyê heta niha13e hezar û 160 kes hatine girtin.

Navenên Rojnamevanan ên biryar girtinê derheqê wan derketî evin:

Abdullah Abdulkadiroglu
Abdullah Kılıç
Ahmet Donmez
Alî akuş
Arda Akın
Nazlî Ilıcak
Bayram Kaya
Bîlal Şahîn
Bûlent Ceyhan
Bûlent Mumay
Bûnyamin Koselî
Cemal Azmî Kalyoncu
Cevheri Gûven
Cihan Acar
Cuma Ulus
Emre Soncan
Ercan Gûn
Erkan Akuş
Ertuğrul Erbaş
Fatih Akalan
Fatih Yagmur
Habib Gûler
Hanım Bûşra Erdal
Haşim Soylemez
Hûseyin Aydın
İbrahim Balta
Kamil Maman
Kerim Gün
Levent Kenes
Mahmut Hazar
Mehmet Gûndem
Metin Yıkar
Muhammet Fatif Ugur
Mustafa Erkan Acar
Mûrsel Genç
Selahattin Sevi
Seyit Kılıç
Turan Gorûryılmaz
Ufuk Şanlı
Ufuk Emin Koroglu
Yakup Saglam
Yakup Çetin