Li Stenbolê CHPê kudetaya leşkerî şermezar kir

Xwepêşandinên bi vî awayî dê di rojên din de jî berdewam bibin da ku rê li ber derbekaran bê girtin.

K24-Stenbol

Li Stenbolê, ji aliyê CHP'ê ve li dijî hewldana derbeya leşkerî a şeva 15'ê Tîrmehê rû dabû bi beşdariya bi sed hezaran kes mîtînga herî mezin hat lidarxistin. Cara yekem rayedarên AK Partiyî jî tev li mitînga CHP'ê bûn. Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu amaje kir ku destûra ku ji aliyê derbekaran ve hatiye çêkirin demildest bê betalkirin.

CHP, bi navê mîtînga demokrasî û komarê li dijî derbeya leşkerî li qada Taqsîma Stenbolê mîtîngekê li dar xist. Serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi navê manîfestoya Taqsîmê danezaneke ku ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hemwelatiyan kir.

"Derbeya leşkerî li dijî demokrasiya parlamenter hatiye kirin. Hemû partiyên siyasî bi hev ra nerazîbûna xwe nîşanî derbeyê dane. Divê hemû demokratxwazan li dijî derbeyê ber xwe bidin. Pêwîst e destûra derbekaran bê betalkirin. Zagonsazî, daraz û birêvebirin serbixwe bibin. Destûra derbekaran bê betalkirin."

Yekem car berpirsên AK Partiyî ligel CHPyiyan di mîtîngekê de hatin ba hev. Cîgirê serokê AK Partî Mehmet Muezzînoglu û çend parlamenterên AK Partiyî beşdarî mîtîngê bûn.Hemwelatiyan jî daxwaza welatekî demokrat û azad kirin.

"Em li dijî derbeyê ne. Ji bo Tirkiyeyekî serbixwe û demokratîk em li vêderê ne."

" Bila derbe çênebin. Tu kes li hev nexe. Gelek tiştên xerab rû da. Em pir xemgîn bûn."

Piştî ku leşkerên derbekar têk çû, qala hewldana derbeyeke din tê kirin. Loma jî xwepêşandinên bi vî awayî dê di rojên din de jî berdewam bibin da ku rê li ber derbekaran bê girtin.