Serkirdeyekî YNKê: Malîkî ne bo çavê Kurd hate silêmaniyê

Endamekî Serkirdeyatiya YNKê dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî pêşniyar kir, ku hemû alî bicivin, dive jî hemû alî rûnin û çareseriyekî ji vê rewşê re bibînin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Serkirdeyatiya YNKê dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî pêşniyar kir, ku hemû alî bicivin, dive jî hemû alî rûnin û çareseriyekî ji vê rewşê re bibînin.

Endamê Serkirdeyatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mistefa Çavreş derbarê serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bo YNKê de ji K24ê re got: “Ev pêngaveke gelekî baş e û divê hemû xelk piştevaniyê lê bike. Hemû pêngavek bo pêkvejiyana xelkê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan, divê xelk piştevaniya wê yekê bikin.”

Çavreş got jî: “Cenabê Kak Masûd Barzanî pêşniyar kir, ku hemû alî bicivin û çareseiyekê bibînin, niha jî nema xelk gotegotan qebûl dike, divê hemû alî rûnin û gotinên xwe bi asker bibêjin û çareseriya vê rewşê bikin.”

Endamê Serkirdeyatiya YNKê Mistefa Çavreş ji K24ê re derbarê serdana Nûrî Malîkî bo Silêmaniyê de got: “Malîkî mûçeya xelkê birî û hêza Dîcle û Heşda Şeibî bo dijeyatiya Kurd ava kiriye. Malîkî bo bihêzkirina xwe di parlemento de û bihêzkirina partiya xwe hatiye silêmaniyê, ne ji bo çavê Kurd bûye. Di sala 2008an de li Xaneqîn hêza Pêşmerge li pêş hêzên Malîkî girt, ku dixwast Xaneqîn bi şer bigire.”

Derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de, Çavreş dibêje: “Iraq, karînên xwe nemaye û tiştek bo me nekir û ti tiştî me ligel Iraq jî nameye. Hêvîdar im serkirdeyatiyên Kurd bicivin û behsa wê yekê bikin, ku çi tiştî me ligel Iraqê maye, herwiha Kurd bo referandûma xwe encam bide, em wek YNKê ligel referandûmê ne.”

Derbarê pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê bo civîna aliyên siyasî de, Çavreş got: “Em amade ne, lê nizanim ku serkirdeyatiya hevbeş ya ku ji YNK û Tevgera Goranê pêk hatiye, helwesta wê çawa ye. Hêvîdar im serdana Kak Fûad Hisên pêngaveke din çê bike.”