Diyarbekir: Konferansa peymana Lozan û Kurdistanê birêve çû

Li Diyarbrekirê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), konferansek li ser Peymana Lozan û Kurdistanê lidar xist. Di konferansê de, akademisyenên Kurd, agahî û diyardeyên wê peymanê û bandora wê ya li ser, bê welat û statû mayîna Kurdistanê gotar peşkeş kirin. Bal hat kişandin ku, peymana Lozanê ji Tirkan re dewleteke neteweyî ava kiriye û Kurdan wek kêmnetewe jî nas nekiriye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ba3bc4bd-f058-48f0-80d6-92da5854c41b/KonferansaPeymanaLozaneuKurdistan.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbrekirê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), konferansek li ser Peymana Lozan û Kurdistanê lidar xist. Di konferansê de, akademisyenên Kurd, agahî û diyardeyên wê peymanê û bandora wê ya li ser, bê welat û statû mayîna Kurdistanê gotar peşkeş kirin. Bal hat kişandin ku, peymana Lozanê ji Tirkan re dewleteke neteweyî ava kiriye û Kurdan wek kêmnetewe jî nas nekiriye.

Bi mebesta bandora Peyamana Lozanê ku di 24ê sala 1923-an de hatiye îmze kirin, li ser Kurdistanê çê bûye û Kurd dikarin îro çi fêmberî ji encamdayînên wê peymanê derbixin, konferansek hat lidarxistin. Konferans bi beşdariya nûnerên partiyên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê û saziyên sivîl birêve çû.

Di destpêka Konferansê de, Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk bal kişand ku, Kurd ji ber bê îtifaqî û bêrêxistinî mayîna xwe, di peymanên navdewletî de nûnertî nekirine, lê îro Başûrê Kurdistanê berbi serxwebûnê ve diçe û divê hemû sazî û rêxistinên Kurd piştgiriyê bidin vê daxwazê.

Ozçelîk ji K24ê re da zanîn ku, ji ber rewşa awarte ya li Tirkiyê rayedarên dewletê xwestine konferansê betal bikin, lê wan ev qebûl nekiriye. Ozçelîk got jî: "Helbet baş e, di rewşek wiha de ku em bikaribin vê konferansê lidar bixin, ev jî destkeftineke ji bo miletê Kurd. Ji îro pê ve jî emê xebatên xwe yên bi vî rengî bi biryar bimeşînin."

Di Konferansê de, Bayar Dosky ku akademisyenê zanîngeha Amerikayê ya li Dohukê ye, Yaşar Abdulselamoglû ji zanîngeha Sofyayê ya paytextê Bulgaristanê û akademisyen Arzu Yilmaz, lêkolînên xwe yên li ser wê peymanê peşkeş kirin.

Yaşar Abdulselamoglû, ji K24 re ragihand ku, peymana Lozanê têkçûyîna dewleta Osmanî û belgeya çêbûyîna dewleta neteweyî ya Tirkiyê ye. Li gor wî, Kurd ji aliyê Tirkan ve bi gotinên ku dê Kurdistan bibe Ermenîstan tên xapandin û cezayê komkujiya Ermeniyan ji aliye welatên Rojavayî ve li Kurdan tê dayîn.

Abdulselamoglû got jî: "Tevgera Kuvayî Milîye-Kemal Atatirk, vê xetereyê kir xetereya herî sereke ku Kurdistan bibe Ermenîstan, bi vê xeykê, bi vê xofê Kuran tirsand û xapand."

Akademisyenan di axaftinên xwe de, dazanîn ku, çavkaniya peymanên wek Sevr û Lozanê peymana Sykes -Picot e û divê Kurd hişyar bin ku, sedsal piştî wan peymanan jî Kurd ji destkeftinan dûr nekevin û bêpar neminin.