Civat a parêzgeh a Hewlêrê guhertinan di post ên îdarî de dike
K24-Hewlêr
Civat a parêzgeh a Hewlêrê di nivîsarekê de, bername ya kar ê roj a sube, Sêşmebî26/7/2016 xuya kirîye û biryare di wê kombûnê de, guhertin a çar post ên îdarî yên sinûr ê parêzgehê bixin dengdanê.
Li gor wê nivîsarê, çar berbijar bo post a qymeqamîyet ên her yek ji qeza ya Şeqlawe, Rewandiz, Xebat û Çoman dê bihê destnîşankirin.
Li gor zanyarîyan guhertin di wan post ên îdarî de bi vî awayî dibe, Ciwan Refîq Fethûllah, rêvebr ê nahye ya Behirke bo post a Qyemeqam a qeza ya Şeqlawe hatîye Pêşnîyazkirin.
Hêmin Qadir feqê Ebdûllah Qadir, rêvebr ê nahye ya Daretû, hatye pêşnîyazkirin bo post a Qyemeqam ê qeza ya Xebatê.
Herweha Ehmed Qadir Hemedemîn, bo qaymeqamê qeza ya Rewandiz hatîye pêşnîyazkirin û niha jî rêvebr ê nahye ya Xelîfane.
Li gor wê lîstê jî Kwêstan Ehmed Qadir, rêvebr a Nahye ya Şemamik, bo wergirtin a post a qmeqam a qeza ya Çomanê hatîye pêşnîyazkirin.