Fûad Husên: Kar dikim bo rêkkevtin a navber a alî yên Kurdistanê

Serok ê dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê, ragehand: Kar bo yekê dikim hemû alî yên sîyasî yên Kurdistanê bigehin rêkkevtinekê li ser wan arîşe yên ku hene. wek çawa berê jî harîkar bûye niha jî amadeye bo her harîkarîyekê.

K24- Hewlêr

Serok ê dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê, ragehand: Kar bo yekê dikim hemû alî yên sîyasî yên Kurdistanê bigehin rêkkevtinekê li ser wan arîşe yên ku hene. wek çawa berê jî harîkar bûye niha jî amadeye bo her harîkarîyekê.

Ev axiftin ên serok ê dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê di dîdarekê de hat li gel Edhem Barzanî, berpirsê Civat a serkirdatî Partî ya Dîmukrtaî ya Kurdistanê li Silêmanîyê û herdû alî li ser pêdivî ya rêkkevtinê di navber a alî yên sîyaîs axiftin.

Edhem Barzanî, wek bersivek bo hewl ên Fûad Husên, ku demeke serdan a alî yên sîyasî dike, ragehand: Wek Partî li sinûr ê Silêmanîyê hevkar û harîkar ê evan hewlan dibîn ku bo danîştin a alî yên sîyasî dihê kirin bi mebesta çareserkirin a arîşeyan.

Serok ê Dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê, wek hewlek bo zemînesazî ya kombûn ên alî yên sîyasî yên Kurdistanê, ev çend rojin çûye Silêmanîyê û li gel Noşîrwan Mistefa, rêkxwer ê Bizav a Gorran kom bûye û biryare ev roj jî, careka dî kom bibe.

Herweha li gel cêgir ê yekê yê sikirtêr ê giştî yê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Mekteb a sîyasî ya wê hizbê kom bû.

 Ev kombûn û dîdar ên navbirî, di çarçove ya wan hewlan daye bo burandin a arîşe yên di navber a alîyan de û serokatî ya Herêm a Kurdistanê bo kombûn û danîştinê li ser pirs a rifrandomê û çareserkirin a arîşeyan.