PDK: Pêdivî ye YNK nerîn a xwe aşkera bike

Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê ragehand: Pêdivîye Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK) bi fermî nerîn a xwe li ser rêkkevtin a sitratîcî biragehîne.

K24- Hewlêr

Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê ragehand: Pêdivîye Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK) bi fermî nerîn a xwe li ser rêkkevtin a sitratîcî biragehîne.

Li ser evê yekê , gotebêj ê fermî yê PDKyê, Mehmûd Mehemed, bi malperr a fermî ya PDKyê ragehand: Veman û pabendbûn bi rêkkevtinname ya sitiratîcî, mijareke bo Mekteb a sîyasî ya YNKyê divegerre,  vêcsr çi biryarê li ser bidin, pêdivî ye ra ya fermî ya xwe bi PDKyê û xelk ê Kurdisatnê jî biragehînin.

Mehmûd Mehemed got jî: Em haydar ê axiftin dij bi yek ên kadir û endam ên serkirdatî ya YNKyê ne, li ser rêkkevtin a sitiratîcî ya di navber  a PDKyê û YNKyê, hinek behs a veman û pabendbûnê dikin bi wê rêkkevtinê û hinek jî bi hilweşayî didanin.

Gotebêj ê PDKyê tekez kir ku hêj ne bi nivîsîn ne jî di kombûnan de YNKyê behsa pabendbûn û hilweûandin a rêkkevtinnameyê nekirîye û PDKyê jî ew rêkkevtin bi qazanc a gel ê Kurdistanê zanîye û di pirs ên Neteweyî û nîştîmanî û yekrêzî û tebayî ya hindûrî rolek a giring û berçav hebûye.

Hevdem ragehand: Ev mijar bo Mekteb a sîyasî ya YNKyê hatîye bi cih hêlan, bi veman û hilweşan  a rêkkevtinname ya di navber a me de û dûv re jî ra ya xwe ya fermî bi me û bi xelk ê Kurdistanê biragehîne.