Pintagon: Hêza me ji Incirlîkê nayê veguheztin

Di dema kudetayê de kehrebe ji navenda Incirlîkê hatibû birîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehand ku veguheztina hêza wan ji navenda Incirlîk bo derveyî wê di pilana wan de tûneye.

Derbarê vê yekê fermandara Hêza Esmanî ya Amerîkayê Dîbora Cîmis di panelekî li Waşintonê de ragehand ku ti pilana veguheztinê li cem me tûneye, tekez kir  ku ew hêza xwe naveguhêzin devereke din derveyî navenda leşkerî ya Incirlîkê.

Cîmis da zanîn ku ew çavdêriya rewşa Tirkiyê ji nêzîk ve dikin û aşkere kir ku heta niha operasyonên me berdewam in.

Di 15ê vê mehê de hawla kudetayeke leşkerî li Tirkiyê hate kirin, ew kudeta bû sedema ku kehrebe ji navenda Incirlîkê bo çend rojan were birîn, herwiha kar li wê navendê jî hate rawestandin.

Cîmis amaje bi pêwendiyên di navbera Artêşa welatê xwe û Tirkiyê de kir û da zanîn ku di dema hawla kudetayê ti zirar negehişte welatiyan Amerîkayê.