Rêjîm û Rûsya karîdorên mirovê bo Helebê vedikin

Wezareta Derve yê Rûsyayê radigihîne ku, Artêş Rûsya û hikûmeta Sûriyê operesyoneke mirovî li Helebê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Rûsyayê radigihîne ku, Artêş Rûsya û hikûmeta Sûriyê operesyoneke mirovî li Helebê dikin.

Wezareta Derve yê Rûsyayê îro ragihand ku, Artêş Rûsya û hikûmeta Sûriyê bo derxistina sivîlan ji bajarê Helebê, biryara vekirina 3 karîdorên mirovî dan.

Herwiha li gor ku hatiye ragihandin ku, dê karîdoreke din jî bê vekirin, da ku çekdarên ku dixwazin çekên xwe bavêjin û ji Helebê derkevin.

Artêşa Sûriyê pêr ragihand ku, wê li Helebê hemû riyên opozîsyonê birîne, herwiha agahdarî jî bi riya firokayan bi ser xelkê de barandin, tê de daxwaza hevkariya sivîlan û xweradestkirina çekdaran kirin.

Ev yek di demekê de tê, ku rêjîma Sûriyê ji çend rojan ve gihêştiye riya Kastêlo ya takane ya çekdarên opozîsyonê re li rojhilata bakurê Helebê re, ku çekdarên opozîsyonê jî nikarin wê bikar bînin.