Yeldirim:Baregehên di kudetayê de helîkopter jê rabûn hatin girtin

Yildirim roja 15ê Tîrmehê wek "Roja Demokrasî û Şehîdan" radigihand.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragehand ku, baregehên serbazî ku di dema hewldana derbeyê de tank jê derketine yan helîkopter rabûne, dê hemû bên girtin.

Binalî Yildirim, li Enqerê Meydana Kazanê beşdarî merasîma ku barmanca bîranîna kesên sivîl û polîsên bû ku di derbeyê de canê xwe ji dest dabûn.

Yildirim da zanîn ku balefirxaneya serbazî Akincilar ku balefirên şer di dema derbeyê de jê rabûne dê were girtin.

Yildirim herwiha da aşkere kir ku, hemû baregehên serbazî ku bi armanca derbeyê tank jê derketine û helîkopter rabûne yên Enqere û Stenbolê jî dê werin girtin.

Yildirim roja 15ê Tîrmehê wek "Roja Demokrasî û Şehîdan" radigihand.