Demîrtaş: li Tirkiyê demokrasî nîne

li Mitînaga partiya xwe li bajarê Izmîrê gotarek pêşkêşkir.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahedîn Demîrtaş ragehand ku li Tirkiyê demokrasî nîne.

Derbarê vê babetê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahedîn Demîrtaş li Mitînaga partiya xwe li bajarê Izmîrê de wiha got:"Eger demokrasî li Tirkiyê hebûya hewla derbeyên leşkerî jî nedibûn."

Demîrtaş da zanîn ku kesên îro bi hewla derbeyê tên sûncdar kirin û ji kar tên dêrxistin bi piştevaniya  AK-Partiyê hatine li ser kar.

Herwiha aşkere kir ku Demokrasî li Tirkiyê de nîne.