Li Cizîrê 66 şervanên YPS û 213e sivîl canê xwe ji dest dane

Nasnameyên şervan û sivîlan jî Aşkere kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bîlançoya şervan û sivîlên li Cizîr, Qoser, Wan, Gimgim û Sêrtê ragihand.

YPSê bi daxuyaniyekê nasnameyên şervan û sivîlên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane weşand. Li gor vê bîlançoyê li Cizîrê 66 şervan û 213 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

YPSê diyar kir ku li Qoser, Wan, Gimgim û Sêrtê jî 28 şervan û sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

YPSê derbarê şervan û sivîlên li Silopî, Gever, Sûra Diyarbekir û Şirnexê de ti agehdariyek belav nekiriye. Tê çaverêkirin di rojên pêş de li ser van navçeyan jî zanyarî werin belav kirin.