Heleb: Rêjîm ber bi taxên Kurdan ve diçe

Hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) dest danî ser taxa Sekeb Şebabî ya Helebê, hêzên rêjîmê jî ber bi taxên Kurdan ve diçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) dest danî ser taxa Sekeb Şebabî ya Helebê, hêzên rêjîmê jî ber bi taxên Kurdan ve diçin.

Hat ragihandin ku, li Helebê piştî ku hêzên rêjîma Sûriyê taxa Benî Zêd yak u dikeve rojavayê Şêx Meqsûd ji destê çekdarên opozîsyonê Kontrol kir, niha berê xwe daye taxa Şêx Meşsûd ya Kurdan, ji ber vê yekê jî YPGê tedbîrên tund girtine.

Hêzên rêjîmê hewl dide ku, li herêmê kontirolkirina xwe zêde bikin, li ser vê yekê li derdora taxa Şêx Meqsûd di navbera hêzên YPGû YPJê û çekdarên rêjîmê de alozî derket.

Ev yek di demekê de tê, ku rêjîma Sûriyê ji çend rojan ve riya Kastêlo ya takane ya çekdarên opozîsyonê re li  bakurê Helebê girtiye, ku çekdarên opozîsyonê kirine dorpêçê.