Tirkiyê hemû hêzên xwe bi Wezareta Bergiriyê ve girêdan

Hêzên Deryayî, Asmanî û Bejahî.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Bi biryarnameya Rewşa Awarte, ji Artêşa Tirkiyê nêzîkî hezar û 400 efserên din ji erkê hatin dûrxistin, fermandariyên Hêzên Deryayî, Asmanî û Bejahî bi Wezareta Bergiriyê ve hatin girêdan.

Hikûmeta Tirkiyê, bi biryarnameyeke nû, hemû dibistanên serbazî daxistin. Girêdayî Wezareta Bergiriyê Zanîngeha Parastina Netewî hat sazkirin.

Bi biryarnameyê ji artêşê  hezar û 386 serbaz erkê hatin dûrxistin. Hê berê jî hezar û 884 serbaz hatibûn dûrxistin.

Her wiha bi biryarnameyê Fermandariyên Hêzên Bejahî,

Asmanî û Deryayî bi Wezareta Bergiriyê ve hatin girêdan. Hemû dezgeyên pizîşkî yên serbazî jî bi Wezareta Tenduristiyê ve hatine girêdan.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan hê berê dabû xuyakirin, ew dixwaze Sererkanî û Serokatiya MÎT'ê girêdayî Serokomarî be.