Koçberên Şirnexê di konan de jiyana xwe berdewam dikin

Koçber dibêjin, mexdûrên şerê nav bajaran ew in, çavên wan li xebera rakirina qedexeyê ye, da ku vegerin ser xopana avahiyên xwe.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Bi hezaran welatiyên Şirnexî ji ber şer û aloziyên ji 14ê Adara 201an ve malên xwe bicîhiştine û ji derveyê bajêr di kon û kolikan de dijîn. Koçberên Şirnexî dibêjin ew ji bajêr derketibin jî dev ji axa xwe bernadin û naçin bajareke din heta ku dîsa vegeriyan ser şûnwarên xwe.

Ev der ne kempa penaberên Sûryeyî ye. Kon û kolikên koçberên Şirnexiyan e. Ev der pişta bajarokê Dêrgulê ye. Tenê çend kîlometreyekê ji navenda Şirnexê dûr e. Kêmzêde ev 6 meh in bi sedan malbat di van konan de dijîn. Koçberên vir ne dikarin vegerin bajarê wêran ne jî destê wan ji axa wan diqete. Emer Bayat jî yek ji wan koçberan e. Bayat dibêje, heger konê xwe li xopana xaniyê xwe jî vede ew dest ji Şirnexê bernade.

Koçberê Şirnexê Emer Bayat wiha got:"Ti halê me nîne, em 12 nifus in û em hemû bi hev re di van konan de ne. Xaniyên me hemû bi topan xirabûne, çi nemane.Tenê me divê em piçekê zû biçin ser malên xwe, geher xira jî bibin em ê konekê li ser xopana xaniyê xwe vedin û em ji wir dernekevin, daxwaza me tenê ew e. "

Di nava derfetên kêm de koçber jiyana xwe berdewam dikin. Av û ceyran heye, lê gelek caran ceyran qut dibe û dayîk û bav li ber ronahiya fanosê serpêhatiyên bav û qalan bo zarokên xwe dibêjin. Ji xwe zarok ji dibistanan dûr mane. Mamosteyên wan niha dayîk û bavên wan in.  Zarok, piraniya wextê xwe bi lîstokan derbas dikin.

Weke koçeriyê di saetên serê sibê de jin agir pêdixwin û nanê sêlê dipêjin. Di destê kê de çi hebe li gel hev ve parve dikin. Niha ti karekî zilaman nîne. Lê carna cotkariyê dikin an jî di kaniyên komirê de dixebitin. Parêzgerî û şaredarî hin alikariyê didin koçberan. Lê têrê nake. Koçberên Şirnexî carna derdikevin serê girên bilind û ji dûr ve li bajarê xwe dinêrin. Her dengê teqînekê di dilê wan de deng vedide. Koçber dibêjin, mexdûrên şerê nav bajaran ew in, çavên wan li xebera rakirina qedexeyê ye, da ku vegerin ser xopana avahiyên xwe.