Heftî ya dahatî hizb a Ayînde xwe dihilweşîne
K24- Silêmanî
Di kongireyek a rojnamevanê de, Qadir Ezîz, sikirtêr ê Hizb a ayînde ya Kurdistanê ragehand: Di kombûn a evero de, Hizb a Ayînde biryar dan li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê hevdû bigrin.
Qadir Ezîz, di wê kongire ya rojanamevanî de got: Evro me pêngavek a mezin havêjt, me dawî bi nakokîyan hînaye li gel YNKyê, herweha me dîrok a hevpişk li YNKyê heye.
Got jî: di heftî ya dahatî de hevgirtin a hizb a Ayînde û YNKyê de merasîmekê de dê bihê ragehandin.
Amaje bo wê yekê jî kir û got : (Me merc hebû ku ew rêkkevtinname hev seng bibe û bi xweşhalî ve, mekteb a sîyasî ya YNKyê çi cudahî di navber a kadir ên xwe û yên me nekirin ku ev jî cihê destxweşî û ji xweburînêye).
Qadir Ezîz ew jî şakerakir: Raste em berê YNK nebûyîne, lê di nîv enîyek a YNKyê de bûyîn û di hemû wêstgeh ên Xebat û hilbijartinande em bi hev re bûyîne û li hinek wêsgehan bi diltenahî ve nako jî hebûne.