Komîte ya destpakîyê vekolîn li gel Selîm Cibûrî dike

Komîte ya destpakîyê li Civat a Nwêner ên Îraqê, di ragehandinekê de amaje bi destpêkirin a vekolînan kirîye li ser wan tuhmet ên ji alî yê Xalid Ûbeydî, wezîr ê Berevanî ya Îraqê xistîye pal Selîm Cibûrî, serok ê perlemanê û hijmarek a perlemantaran.

K24- Hewlêr

 Wê komîte yê ragehand: 2 rawêjkar ên yasayî ji serokatî ya komar û civat a wezîran bo endamînî ya komîte ya wan dê bihên zêdkirin.

Li danîştin a duhî ya civat a nwêneran ku taybet bû bi vekolînê ji wezîr ê berevanîyê, Ûbeyîdî, Cibûrî û hijmarek perlemantar ên din bi gendelîyê tawanbarkirin û bi evê sedemê jî, Selîm Cibûrî, kombûn hêla û biryar da ku nevegerre bo ser kursî ya serokatî ya Perlemanê heyawan tuhemtan yek alî nebin.