Zêdetir ji 750 Îraqî di meh a bûrî de hatin kuştin
K24- Hewlêr
Li gor amar a rêkxistî ya Netewe yên hevgirtî li meh a Tîrmeh a bûrî, 759 Îraqî hatîne kuştin 1207 jî birîndar bûne.
Netewe yên Hevgirtî, aşkera kirîye ku bi hevber kirin li gel amar a kuştin û birîndar ên meh a Xizîranê, rêje ya qurbanîyan li meh a Tîrmehê zêdebûye.
Herweha li gor wê amar a Netewe yêb Hevgirtî, bajar ê Bexdayê zêdetirîn rêje ya kuştin û birîndaran hebûye û zêdetir ji 500 kesan hatîne kuştin û dûv re jî parêzgeh a Enbarê dihê ku zêdetir ji 50 kuştî û 80 birîndar têde hebûne.
Ev di demekê de ye, li gor amar ên dawîyê tenê di teqîn a dever a Kerrade ya Bexdayê zêdetir ji 300 kesan can ên xwe ji dest dan.