Lêpirsîn derbarê teqîna Qamişlo de berdewam in

Piştî rûdana teqîna Qamişlo, gelek gotegot û pirs têne kirin. Herwiha rexneyên tund li Rêveberiya Xweser û hêzên Asayişa Rojava ji aliyê welatiyên deverê ve têne kirin. Heftiyek di ser teqînê re derbas bûye û xelkên deverê dipirsin: Gelo di ber xwîna şehîdên teqînê de kî berpirsyar e û Çima ta niha lêborîn ji malbatên şehîdan ne hatiye kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6fb6eae5-3fe6-4c77-8e67-661de8bca904/lepirsin-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Piştî rûdana teqîna Qamişlo, gelek gotegot û pirs têne kirin. Herwiha rexneyên tund li Rêveberiya Xweser û hêzên Asayişa Rojava ji aliyê welatiyên deverê ve têne kirin. Heftiyek di ser teqînê re derbas bûye û xelkên deverê dipirsin: Gelo di ber xwîna şehîdên teqînê de kî berpirsyar e û Çima ta niha lêborîn ji malbatên şehîdan ne hatiye kirin.

Mamostayê zanîngehê Dr.Ferîd Sadûn di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Hîn miletê me li hêzên asayiş û ewlehiyê dinêre ku desthilat e, lê nanêre ku dost e û hatiye parastina wî bike. Ev yek jî girêdayî ye bi ragihandin û hişyariyê ve.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser ta niha bê deng mane û ti agahî derbarê lêpirsîna teqîna Qamişlo de ji raya giştî re belav nekirine.
Lê ew tekez dikin ku, tevlî serkeftinên berçav ji aliyê asayişê ve, ku ta radeyekê karîbûn parastina deverê bikin, lêpirsîn têne kirin û herkesekî gûman li ser wan hebe, ji hêza asayişê yan jî ji çi hêzên parastinê be dê werin cezakirin.

Serokê Desteya Berevaniyê li Kantona Cizîrê Rêzan Gilo ji K24ê re ragihand û got: “Li gor zagonên Rêveberiya Xweser nabe barhilgireke ewqas mezin derbasî nava bajêr bibe yan di rêbendên me re derbas bibin, ji ber ku Mebroka ji berê vê yekê hatiye avakirin. Heger di rêbendên me re derbas bûbe, lêpirsîn dê were kirin û hesab jî dê were xwastin. Lê heger ji nava bajêr hatibe amadekirin, eger e destê rêjîmê tê de hebe. Em li benda bidawîbûna lêpirsînan in.”

Bi dehan şîrove û egerên derbasbûna barhilgira bombebarkirî bo Qamişlo hatin belavkirin, lê rastiya bûyerê ta niha maye nepeniyeke veşartî di nava bermahiyên teqînê de.