Riyabkov: Ti lihevkirin derbarê Sûriyê de tune ye

Rûsya dibêje, ti hevpariyeke rastî di navbera Mosko û Washingtonê de derbarê krîza Sûriyê de tune ye.

K24 – Navneda Nûçeyan

Rûsya dibêje, ti hevpariyeke rastî di navbera Mosko û Washingtonê de derbarê krîza Sûriyê de tune ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Riyabkov ragihand ku, Washington her dem pêşniyarên nû derdixe, ev yek jî dihêle ku pêşketin bo çareserkirina krîza Sûriyê çê nebe.

Riyabkov daxwaz ji Amerîka kir ku, dev ji daxwazên xwe yên tund berde û pabendî xalên ku li ser birê dikevin be.

Rûsyayê pêşniyar kiribû ku li Helebê çekdarên opozîsyonê çekên xwe bavêjin û karîdorên mirovî bo sivîlan vekin, amarîka jî ev yek rexne kir.

Riyabkov derbarên rexneyên Amerîkayê de got ku, hin sedemên siyasî li pişt rexneyên merîkayê hene, herwiha nihare cudahiyê têxe di navbera sivîl, opozîsyona miyanrew û teroristan, loma rêjîma Sûriyê cudakirina wan grûpan xistiye stûyê xwe.

Riyabkov tekez kir ku, Wezareta Derve û ya Bergîriyê yên Rûsyayî hewl didin alîkariyên mirovî pêşkêşî Helebê bikin.