Li Agiriyê pîşeya "Firoşkariya Manîfaturayê" ber bi nemanê ve diçe

Gelek pîşe bi pêşveçûna teknolojiyê ber bi nemanê ve diçe.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Pêşveçûna teknolojiyê bandoreke mezin li ser jiyana hemû mirovan û karên wan dike.Gelek pîşe bi vê pêşveçûnê ber bi nemanê re rûbirû dimînin.Yek ji van pîşeyan jî li bajarê bakurê Kurdistanê Agiriyê pîşeya "Firoşkariya Manîfaturayê" ye.

Pîşeya Firoşkariya Manîfaturayê ya ku di demên borî de bi nav û deng bû niha ber bi xetereya nemanêve diçe. Ev pîşe,yek ji wan pîşeyan e ku hemû karên derbarêcureyê qumaşande li kargehêtên raçandin û bişûnde jî parçe parçe tên firotin.

Firoşkar Vehbî Atalay ku li bajarê Agiriyê vî karî dike dibejê;welatiyan gelek pediviyên xwe ji ser firoşkariya manîfaturayan dianîn cih,lê bi pêşketina teknolojiyê re baldariya welatiyan ya li ser vê pîşeyê jî êdî ne wek demên raborî dibîne.Lê belê Atalayê ku ev 40 sal in li ser vî karî yeher çiqas têr gilî û gazinc be jî, rave dike ku kêm hindik hîna jî kiryarên wî yên her tim hene.

Firoşkarê Manîfaturayê Kurdî Vehbî Atalay wiha got:

"Ev pîşe, pîşeya bavê meye. Ji sala 1969an ve berdewam dike. Yan min jî, ji sala 1982ande her dîdome. Baldariya vî karî berê zêde bû. Hemû pediviyen milet lî ser pirtî bûn, dawetên wan bûna, pedivîyen wan nav malê de bûya, pedivîyen derdora wan, xelatkîrîn û çi pedivî hebûna hemû li ser pirtî bû."

Bi kêmbûna firoşkariya manîfatûrayê di nav welatiyan de xelatkirina ku bûbû wekî keleporekê jî kêmbûye.Lê belê temen dirêjên bajarê Agiriyêniha di nava wê hewlê de ne ku ev pîşe neyê jibîrkirin.

"Her çiqas konfeksiyon hebin jî dîsa qûmaş zêdetir tê tercîhkirin.Niyeta me, em jî ji bo dayika xwe,hevjîna xwe û dapîra xwe re qumaş hil didin. Me ecîband, înşellah dê dayika me jî biecibîne. Bêguman ew karê xwe dizanin. Çend sal in vî karî dikin, ev kar karê bav û kalan e."

Herwiha firoşkarên manîfaturayê amaje bi wê yekê dikin, ji ber ku her roj ev pîşe ber bi kembûnê ve diçe karkerên vî karî jî bi sedama ku nema dikarin debara xwe bikin,dest ji kar dikşînin. Ji bilî vê yekê jî firoşker bangê li rayedarê dewletê dikin ku alîkariya wan bike.