Li 8 deverên Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat ragihandin
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê bajarê Diyarbekirê 8 deveran qedexe derketina derva hate ragihandin.
Derbarê vê babetê Parêzgeriya Diyarbekirê îro, bi daxuyaniyeka niviskî da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê de bi armanca parastina ewlekariya mal û canê welatiyan li 8 gundên navçeyên Hênê û Licê heta fermanekî nû qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Parêzgerî herwiha diyar kir ko qedexeya duh li 14 gundewarên navçeya Farqîn û Licê hatibû ragihandin îro hate rakirin.