Hijmarek a xort ên Sûnne li Îranê hatin li sêdaredan
K24- Hewlêr
Desthilatdar ên Îranê li parêzgeh a Sinne ya Rojhilat a Kurdistanl ragehand: Hijmarek a ji endam ên girûp a Tewhîd û Cîhad hatin li sêdardan.
Dadgeh a parêzgeh a Sine di ragehandinekê de, got: Me çend kes li sêdaredane ku ser bi girûp a selefî û tekfîrî bûne û endam ên girûp a Tewhîd û Cîhad bûne.
Ew hijmar a xortan berebeyan a duhî Sêşembîyê hatin li sêdaredan.
Di wê ragehandinê de amaje bo nasname û hijmra wan kesan nehatîye kirin.
Dadgeh a Sine dibêje: Ew kes ên hanê 6 sal berî niha bi sedem a peywendîyê ligel girûp ên tekfîrî hatin girtin û wan dest hebûne li kuştin a û birîndakirin a 60 kesan li parêzgeh a Sine.