Jinên Kurd li Bakurê êrîşên li ser Êzidiyan şermezar Kirin

Meclîsa Jinên Şengalê, di 2. Salvegara komkujiya DAIŞê ya li beramber Êzidiyan şermezar kir û daxwaz ji rayedarên Tirkiyê kirin, ku wê êrişê wek jenosida li beramber jinên êzidî binase. Dîsa hat diyarkirin ku, ji bo 3ê Tebaxê wek "Roja çalakiyên navdewletî yên li dijî kirkirin û jenosida jinan" bê nasîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bc8bca10-33fb-42cd-873d-d749ee90f77d/shangal.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Meclîsa Jinên Şengalê, di 2. Salvegara komkujiya DAIŞê ya li beramber Êzidiyan şermezar kir û daxwaz ji rayedarên Tirkiyê kirin, ku wê êrişê wek jenosida li beramber jinên êzidî binase. Dîsa hat diyarkirin ku, ji bo 3ê Tebaxê wek "Roja çalakiyên navdewletî yên li dijî kirkirin û jenosida jinan" bê nasîn.

Saziyên sivîl û şaxê jinan yê partiyên siyasî, bi bangewaziya Meclîsa Jinên Şengale, li ber pêykerê mafên mirovan yê li Parqa Koşuyolû ya Diyarbekirê, bi çalakiyên li bajar û navçeyên din re hemwext çalakî lidar xistin û bi daxuayniyekî fermanên li ser Êzidiyan şermezar kirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca ku Kurdeke Êdiziye û berê jî li Parlamentoya Ewrûpayê jî parlamenterî kiriye, dazanîn ku DAIŞ û hişmendiya DAIŞê heta niha ji ber baweriya Êzidiyan 73 fermanên komkujiyê li ser êzidiyan pêkanîne û divê hemû cihan bi berpirsyarî tevbigere.

Rêvebira  Kongreya Jinên Azad (KJA) ku berê jî di Patiya Aştî û Demokrasiyê de parlamenterî kiribû Ayla Akat Ata jî, ji K24 rê re ragihand ku, ew êrîş û kiryarên li ser jinên Êzidî, li hemû jinên cihanê tê kirin û ew hewla rêxistinkirina rûberû buyîna vê rastiyê didin ku vê rûreşiya dubare nebe.

Suad Emer jî keçikeke Êzidî ye û 2 sal berê, ji ber tirsa DAIŞê reviya ye, hatiye Diyarbekirê. Suad dibêje, ew bi beşek ji malbata xwe re reviyaye, lê beşek jî xizmên wê li wir mane û li ser mikrofona K24ê vê peyamê dide welatên cihanê:

Suad Emer got: "Divê mafên me nas bikin, dema em mafên xwe dixwazin, me divê tiştekî bo xwe çê bikin bi rastî. Me navê bes bav û birayên me bên serjê kirin û keçikên me bên xisab kirin û keçikên bên firotin."

Şeva ku 2ê Tebaxa 2014-an dibû 3ê tebaxê, DAIŞê êrişî Şengalê kiribû û jin û zarok jî di nav de bi hezaran Kurdên êzidî kuştin û revandibûn. Bi 10 hezaran Kurdên Êzidî  jî li welat û bajarên derdor û cihanê koçber bûbûn. Pêşmerge û hêzên Kurd di 13 Çileya 2015-an de Şengal ji DAIŞê rizgar kiribûn.