Dervehiştina HDPê di siyasetê de bû cihê nerazîbûnê

Li Tirkiyê piştî hewldana darbeyî ya 15ê Tîrmehê rêkeftinek pêk hat, lê belê HDP li derve hate hiştin. Dervehiştina HDPê di siyasetê de bû cihê nerazîbûnê û ev yek wek helwesteke li hemberî demokrasî û dewleta hiqûqî hate nirxandin, ku nayê qebûlkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a44a2906-dfab-4650-b6c5-222dc96721a8/GeloHDPSiyasetteTeHishtin.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê piştî hewldana darbeyî ya 15ê Tîrmehê rêkeftinek pêk hat, lê belê HDP li derve hate hiştin. Dervehiştina HDPê di siyasetê de bû cihê nerazîbûnê û ev yek wek helwesteke li hemberî demokrasî û dewleta hiqûqî hate nirxandin, ku nayê qebûlkirin.

Li Tirkiyê piştî hewla darbeyî AKPê, CHPê, MHPê û HDPê li hemberî darbeyî danezaneke hevpar îmze kiribûn. Ev helwesta hevpar ya her 4 partiyan bûbû cihê hêviyekê di siyaseta Tirkiyê de û bi vê yekê HDPê pêşniyaza lûtkeyê kiribû ku, di navbera serokan de pêk were. Lê belê ew lûtke li Qesra Serokomariyê hate lidarxistin û HDP li derveyî wê hate hiştin. Paşê jî Erdogan hemû dozên xwe yên derbarê siyasetmedaran de bişûnde kişand; lê belê ji bilî dozên derbarê parlamenterên HDPê de.

Herwiha HDP li derveyî prosesa çêkirina destûra nû jî hate hiştin û ev yek di siyasetê de bû cihê nerazîbûnê. Parlamenterê HDPê Garo Paylan da zanîn ku dubendîkirin û cûdagerî rê li ber darbeyan xweş dike û daxwaz kir ku, demildest ew polîtîkayên tenêhiştin û cûdageriyê bên guhertin.

Paylan got: "Me pêşniyaza lûtkeyê kir. Lê ji bilî me hemû serok beşdarî di lûtkeyê de kirin. Niha jî derbarê destûra nû de serok wê bicivin. Gelo ew dê çi biaxivin lê wê derê? HDP ya ku ji demokrasiya piralî bawer dike, tune tê hesibandin. Ev yek jî mixabin aştiyê saz nake û rê li ber darbeyên nû xweş dike."

Parlamenterê CHPê Utku Çakirozer bal kişand li ser helwesta Serokê Giştî yê Partiya xwe Kemal Kiliçdaroglu ku, nerazîbûna xwe ya derbarê dervehiştina HDPê de anibû ziman û da zanîn ku di mijareke weke çêkirina destûrê ku hemû pêkhateyên civakê têkildar dike, çênabe partiyek derveyî xebatan were hiştin.

Çakirozer got jî: "Heger mimkûn be, divê hemû saziyên civakî jî di xebatan de beşdar bin. Lê bi taybetî hemû partiyên siyasî yên li parlamentoyê divê tevlî xebatan bibin. Heger ev yek çê nebe, bingeheke dûrist çê nabe. Meşrûbûna guhertinan dê bibe cihê nîqaşê."

Li aliyê din, dervehiştina HDPê ya di warê hevdîtinên derbarê sererastkirinên nû yên pergalê de, ne bi tenê ji aliyê HDPê û CHPê herwiha ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve jî dibe cihê metirsiyê.