Mûzexaneya Mewlana Celaledîn ê Rûmî ..

Li Konyaya bajarê Tirkiyê, Mûzexaneya Mevlana ya ku turbeya Mevlana Celalettînî Rûmî û xizmên wê derê ye, rastî eleqeyeke mezin tê û salane nêzî 3 mîlyon geştyar serdana wê dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/da92f870-5c37-4551-b704-a1401faf1902/MuzeyaMevlana.ism/manifest

Nûçe: Mustafa Bayar

Li Konyaya bajarê Tirkiyê, Mûzexaneya Mevlana ya ku turbeya Mevlana Celalettînî Rûmî û xizmên wê derê ye, rastî eleqeyeke mezin tê û salane nêzî 3 mîlyon geştyar serdana wê dike.

Konya yek ji wan bajaran e ku ji bo tûrîzma baweriyê xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku li bajêr Mûzexaneya Mevlana heye, ev der salane bi milyonan geştyar li xwe digire.

Di 2015an de bi 2 mîlyon û 581 hezar geştyaran bû yek ji bajarên herî zêde geştyaran wedihewîne. Geştyar dibêjin gava ew têne vê derê hêsteke manewî bi wan re çê dibe.

Selahattin Saglam-Geştyar, got: "Ez bi malbata xwe, bi zarokên xwe hatim serdana Muzeyê. Digel vê germahiyê wek hûn dibînin, ev der tije geştyar in. Gava min gava xwe avête vê derê hêstên min yên manewî derkete pêş."

Geştyarên serdana muzeyê dikin, diayan dikin, Qur'anê dixwînin û nimêj dikin. Li aliyê din, ne tenê ji bajarên Tirkiyê, ji Ewropa û gelek dewletên cîhanê jî geştyar serdana muzeyê dikin.

Abdurrahman Tuna-Geştyar, got:"Em ji derveyî welêt hatin. Ji bo em bigihêjin aramiyê û ji xwedê dia bikin ku hemû gunehên me efû bike em têne vê derê. "

Kamil Mehmet Koca-Geştyar, got:"Ji bo şenseke ku em xwedî nirxekî wisa pîroz in. Şenseke gelekî mezine ku aramiyeke wiha dibe para me. Ez bawerin di dilê her kesekî tê vê derê aramiyek peyda dibe."

Li muzeyê, amûrên muzîk û baweriya mevlewî û semageriyê jî cih digirin. Herwiha muzexane ji saet 09:00an heta 17:00 vekiriye û têketina wê jî bê pere ye. Muze li ser erdeki 18 hezar metreçarkoşe hatiye avakirin û ji sala 1926an heta niha xizmetê dide.