Parêzgerê berê yê Stenbolê û 24 kes ên din hatin girtin.
K24- Hewlêr
Parêzgerê berê yê Stenbolê Hûseyîn Avnî Mutlu ligel 24 kesan bi hinceta endamê rêxistinek terorî û çekdar in hatin girtin.
Piştî hewla derbeya leşkerî di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de Parêzgerê berê yê Stenbolê Hûseyîn Avnî Mutlu û 12 kesên berî niha parêzgeriya navendî û qeymeqamî kiribûn piştî mehkemekirinê bi hinceta endamê rêxistinek terorî û çekdar in hatin girtin.
Dîsa 12 rojnamevanên wekî nêzikê Tevgera Xizmetê tên nasîn duh şev piştî mehkemekirinê bi heman tohmetê hatin girtin.