Şervan Derwîş rizgarkirina Minbicê redike

Rewangeha Sûrî tekez dike.

K24-Minbic

Rewangeha Sûrî ya Mafê mirovan ragehand ku bajarokê Minbicê ji aliyê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ve bi temamî hate kontirolkirin û Berdevkê Encûmena Leşkerî ya operasyonê Şervan Derwîş ew nûçe redkir û got ku şerûpevçûn heta niha jî berdewamin.

derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan li ser zarê Rêveberê wê tekez kir ku bajarokê Minbicê ji aliyê HSD ve hatiye kontirolkirin.

Berdevê Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê Şervan Derwîş taybet bo K24ê re ragehand ku şerûpevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdame û hê bajar bi temamî nehatiye rizgarkirin.

Di 1ê Hezîrana borî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kirbû.