Îran karvedanên derbarê bidarvekirinê de şermezar dike

Wezareta Derve ya Îranê karvedanên navdewletî ya li dijî bidarvekirina 20 welatiyên Îranî yên Kurd û Sune şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Îranê karvedanên navdewletî ya li dijî bidarvekirina 20 welatiyên Îranî yên Kurd û Sune şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî, karvedanên berpirsên Ewropa, Amerîka û nûnerên payebilind yên Rêxistina Mafên Mirovan derbarê bidarvekirina 20 welatiyên Îranê yên Kurd û Sune de, şermezar kir û got. “Bidarvekirina wan kesan li gor lêkolînên berpirsên dadwerî bûn û bi tawanên terorî hatine bidarvekirin. Lê berpirsên welatên Ewropa bêyî ku tawanên wan li ber çavan bigirin, piştevaniya wan dikin.”

Roja 4 Tebaxê dezgeha Dedweriya Îranê 20 kes li 3 parêzgehan bi tuhmetên pêwendî ligel grûpên terorî û têkşikandina asayişa welat bidarve kirina, vê yekê jî karvedanên welatan û rêxistinên navdewleî yên mafên mirovan bi xwe anînîn.