Pêşniyareke nû bo Parlementoya Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya hewla Serokatiya Herêma Kurdistanê bo asayîkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, sibe Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên serdana Yekgirtûya Îslamî dike.
Herwiha biryar e ku, roja 9 Tebaxê jî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên serdana Silêmaniyê bike, bo berdewamiya guftûgoyan ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)û Tevgera Goranê bike.
Niha xwasteke û pêşniyarek heye, ku dsteyeke nû bo Parlementoya Kurdistanê were pêkanîn, ku ti kesek ji PDK, YNK û Tevgera Goranê tê de tune bin, ku partiyên din cihên xwe di postê de werbigirin.