Li Tirkiyê diyardeya karkirina zarokan di karên giran de zêde bûye

Herwiha parêzer amaje bi wê yekê dikin ku divê rê li ber wan kardêrên ku zarokên temen biçûk didine xebatê bê girtin .
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê kêşeya wan zarokên ku temen biçûkin û tên xebitandin her diçe zêde dibe. Bi derketina şerê navxweyî yê Sûriyê gelek welatî penaber bûn û hatin Tirkiyê. Ev penaberji neçariyêd i karên giran de dixebitin, kardêr jî vê rewşa penaberan wek fersendekê bikartînin.

Zarokên penaber ji bo alikariya debara mala xwe bikin di kargehan de,di înşeatan de bi mûçeyên kêm û bêtemînat û bi awayekî qaçaxî têne xebitandin.Li Tirkiyê li gorî rêziknameya derbarê Xebitandina Zarok û Ciwanande kardêr zarokan-yên ku temenê wan gihiştibê 15 salî- rojê dikarin herî zêde 7 seatan di hundirê hefteyê de jî herî zêde35 seatan wan bidin xebitandin.

Lê mixabin zarokên li Tirkiyê jî, yên ku piştî şer hatinê jî, ne li gorî vê rêziknameyê têne xebitandin.Li ser vê kêşeyê parlamentera HDPê Fîlîz Kerestecîoglu peşnîyarpirsek dabû parlementoyê û daxwaza bersiva wan zarokên ku neyesayî têne xebitandin kir. Di vê babetê de parezerên ku di derbarê kêşeya zarokên karker de lekolînan dikin ji bo Kurdistan24ê axivîn.

Parezerê Baroya Enqereyê Sabît Aktaş wiha got:

"Li Tirkiyê statûya wan kesên ku di çarçoveya penaberiyê de têne nirxandin ji sedî 10an derbas nabe. Ji ber ku gelek penaberên li kempan û li kolanan dijîn ne xwedî statû yesayî ne.Her roj penaber tên kuştin. Dema ku rêjeya van rûdanan neyê komkirinmirov nikare ji dewletê bikeve hêviyê ji berwan zarokên ku bi qaçaxî têne xebitandin."

Ji bilî vê yekê Tirkiye di nav wan dewletên ku Peymana Cenevreyê ya Mafên Zarokan îmza kiriye de jîcih digre.Li gorî hiqûqnasanli Tirkiyê tu kes li gorî vê peymanê tevnagere û ev zarokên ku bi qeçaxi tên xebitandin ji bilî bedena wan derûniya wan jî ji vî karî zêde zerarê dibîne.

"Digel dewletên biyanî dewleta Tirkiyê jî gelek peymanên navdewletî yên derbarê zarokan de  îmze kirin e. Lê belê yek jî bicihnayîne. Zarokên penaber ne tenê bi qaçaxî; di karên herî giran de tên xebitîn. Fihûş li wan tê kirin û temenek biçûk de tên zewicandin. Dewlet li ser vê mijarê bêdeng e."

Herwiha parêzer amaje bi wê yekê dikin ku divê rê li ber wan kardêrên ku zarokên temen biçûk didine xebatê bê girtin û diyar dikin ku gelek zarokên bi şev û roj dixebitin 10-15 lîreyên Tirkî distînin ku nikaribin îro bi wî pereyî xwarineke xweş jî pê bixûn. Ev xebata bi kêm pereyan jî dibe sedama zêdebûna rêjeya zarokên karker.