Mislim: li Rojava dewleteke netewî naxwazin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim K24ê re ragihand, ti daxwaza wan tune ye li Rojavayê Kurdistanê dewleteke netewî pêk bînin, ji ber ku dem bi ser vê yekê derbas bûye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/447cb000-5e08-4280-888b-5a2a413e18af/Salih%20Muslim%20Rojava.ism/manifest

K24 – Kobanê

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim K24ê re ragihand, ti daxwaza wan tune ye li Rojavayê Kurdistanê dewleteke netewî pêk bînin, ji ber ku dem bi ser vê yekê derbas bûye.

Hevserokê PYDê Salih Muslim got: “Li şûna ku Tirkiyê bi Kurd re aştiyê çê bike, Tirkiye hewla tunekirina Kurdan dike, ev dijminitiya bi Kurd re ketiye mejiyê wan, ji ber vê yekê jî Tirkiyê gelekî ziyan dît û dê pir jî bibîne.”

Herwiha Mislim got: “Da ku Kurd ti mafekî demokrasî nestîne, Tirkiyê dikare ji her kesekî re xwe nerm bike, dibe bi rêjîma Sûriyê re jî nermiyê bike.”

Mislim got Jî: “Hercar berpirsên Tirkiyê dibêjin ku, nahêle şaşîtiya ku li Başûrê Kurdistanê kiriye li Rojava jî dubare bibe, ev yek jî tê wateya avakirina destkefteke Kurdî li Basûr, Tirkiyê şaşîtî dibîne. Di plana Tirkiyê de tunekirina Kurd li her deverekê ye û heta li Başûr.”

Muslim diyar kir ku, biryara ku gelê Başûr bide, ew rêzê lê bigirin û got: “Lê nêrîna me ji bo Rojavayê Kurdistanê, em ne dewleteke netewî dixwazin, ji ber ku dem bi ser vê yekê derbas bûye. Em jî dixwazin bi pêkhateyên din re bijîn.”