Minsûr: Tenê çarkoşeya ewlekariyê li Minbiçê mayê

Serkirdeyekî HSDê dibêje, di nava Minbicê de tenê çarkoşeyeke biçûk maye, ku hîn nehatiye kontrolkirin
kurdistan24.net

K24 – Kobanê

Serkirdeyekî HSDê dibêje, di nava Minbicê de tenê çarkoşeyeke biçûk maye, ku hîn nehatiye kontrolkirin

Şêwimendê Serkirdayetiya Giştî yê HSDê Nasir Hac Minsûr ji K24ê ragihand, di nava Minbicê de tenê çarkoşeyeke biçûk maye, ku hîn nehatiye kontrolkirin, ku DAIŞê dora hezar sivîlî dorpêç kiriye û wek mertalên Mirovî bikar tîne, ev yek jî dibe rêgir li pêş şervanan.

Minsûr aşkere kir jî, Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) heta niha zêdetirî ji sedî 90 ji bajarê Minbicê kontrol kirine.

Mensûr amaje bi wê yekê kir ku, heta niha nêzîkî 65 hezar sivîl ji Minbijê rizgar kirine, loma Encûmena Leşkerî û HSDê pir bi hestiyarî êrîşên xwe dikin, da ku ziyan negihe sivîlan.