KCD: Em Ji Tendiristiya Ocelan Metirsîdar in

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna lijneya xwe ya giştî li Diyarbekirê di avahiya Şaredariya Bajarê Mezin de pêk anî û di derbarê rojeva Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê de pêşveçûnên dawî hatin nirxandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b71176c9-0bf1-425a-b925-13894875e4d9/civina%20kcd.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna lijneya xwe ya giştî li Diyarbekirê di avahiya Şaredariya Bajarê Mezin de pêk anî û di derbarê rojeva Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê de pêşveçûnên dawî hatin nirxandin.

KCDê civîna lijneya xwe ya giştî li Diyarbekirê lidar xist. Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan despêkir û bi axaftina hevserokê KCDê Xetîp Dicle hate vekirin. Xetîp Dîcle amaje kir ku, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, dê li Tirkiyê metirsiya derbeya leşkerî berdewam be.

Di civînê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Sebahet Tuncelê jî axaftinek kir ku rojev bi tevahî li ser hewla cunte ya leşkerî û pêwîst e bajarên Kurdan yên hatî xerap kirin newe ji bîr kirin.

Tuncel got: “Niha bi tevahî rojeva me kirine têkbirina hewla cunteyê lê divê newe ji bîr kirin bajarên me yên wêran hene û her wiha di vê rewşê de em dizanin dê hikumet di ser me de were divê em hişyar bin.”

Di civînê de Hevserokê şaredariya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Firat Anli jî nêrînên xwe anî ziman û bal kişand li ser ji nû ve avakirina bajarên Kurdan yên Bakurê Kurdistanê, ku di şer û pevçûnan de hatibûn wêrankirin. Biryar hate standin ku heta agahiyek pêbawer ji rêberê PKKê Abdullah Ocalan were standin, dê li her deverî rêze çalekî werin lidarxistin û dê ev mijar ji bo qada navnetewî were birin.