Îran 6 Kurdên din jî bidarve dike

Desthilatên Îranî çalakvanê Kurd Mihemed Ebdulahî û 5 girtiyên din yên Kurd li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bidarve kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilatên Îranî çalakvanê Kurd Mihemed Ebdulahî û 5 girtiyên din yên Kurd li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bidarve kirin.

Li gor ajansa “Hirana” her yek ji Mihemed Ebulahî, Kamran Porvet, Tewhîd Pormehdî, Emîr Ezîz, Cihangîr Rezewî Zade û Cibraîl Kenanî, îro danê sibê ji aliyê desthilatên Îranê ve hatin bidarvekirin.

Çalakvanê siyasî Mihemed Ebdulahî ku ji xelkê bajarê Bokan e, di sala 2010an de li Mihabadê bi tuhmeta endamê partiyeke Kurdî ya li dijî Îranê û têkbirina asayişa netewî ya Îranê ji aliyê hêzên Îranî hatibû girtin, piştre jî bo zîndanên Ormiyê hatibû veguhastin.

Ev yek di demekê de ye, ku di hefteya borî de 20 kesên Kurd û Sune li Îranê hatibûn bidarvekirin, ku karvedaneke navdewletî li dû xwe anî.

Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan, ku di 6 mehên dawî de 300 kes li Îranê hatine bidarvekirin.