Li Stenbolê festîvala firotinê ya binavê lalelî shopping Festê dest pê kir

Bazara lalelî ya Stenbolê ya ku ji ber krîza dinavbera Tirkiyê Rûsyayê de zîyanek mezin dîtî bi rêya festîvalekê hewl dide vê zîyana xwe kêm bike û cardî vegere rojên berê.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Bazara lalelî ya Stenbolê ya ku ji ber krîza dinavbera Tirkiyê Rûsyayê de zîyanek mezin dîtî bi rêya festîvalekê hewl dide vê zîyana xwe kêm bike û cardî vegere rojên berê.

Li Stenbolê ji aliyê komeleya pîşesaz û karsazên Lalelîyê ve yek ji giringtirîn festîvala firotinê ya binavê lalelî shopping Festê destpêkir. Di festîvala îsal de ji 7 welatan 170 fîrmayên mezin wek kiryar beşdarî vê festîvalê dibin.Ev festîvala ku li yek ji cihên herî giring yê hinardeya cilû bergên çerm û Tekstîlê Lalelîyê tê rêvebirin bi rêya vê plan dike ku hinardeyê zêdetir bike.

Bazara Lalelî ya ku pitirîn kiryarên wê Rus piştî xistina balafira Rusyayê ji aliyê Tirkiyê ve zîyanek mezin dîtîye û hinardeya wê ji 6 milyar dolaran ketiye heta 2,5 milyar dolaran. Ji ber vê daketina zêde niha karsaz û pîşesaz hewl didin bi rêya reklam û danasînê zîyana xwe kêmtir bikin.

Serokê komeleya pîşesaz û karsazên Lalelîyê

Giyasettin Eyyubkoca wiha got:''Em niha, bi taybeti di vî wextî de hêvîdarîn ku ev festîval dê tişteki baş ji bo aboriya Tirkiyeyê bike. Bi rêya van danasîna jî ez bawerin zêdetir kiryar dê bên û ev bazara rengîn dê cardî geş bibe''

Ji ber şer û alozîyên li Tirkiyeyê ev festîvala ku bi gelek çalakiyên rengîn rêve diçû îsal ji bo ewlehiyê dê pitirîn bi merasîmên di avahiyan de dê derbas bibe.

Endamê komeleya pîşesaz û karsazên Laleliyê Îsmaîl Dark wiha axifî:

''Festîva îsal ji ber şer û aloziyan pitirîn li ser bazirganiyê sekiniye û çalakiyên kêf û şahiyê li gor salên borî kêmtir in. Em ligel karsazên bîyanî hevdîtin giring dikin û ez bawerim ev festîval dê bazirganiya gelek pêşbixe''

Ev festîvala ku ji ber ya serdana serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ya li gel serokê Rûsyayê Vîlademîr Putîn destpêkirî hêvîyek mezin vê hevdîtinê ve girêdidin .