Li Mêrdînê çûna Hecê dest pê kir

Hecacên ku berê xwe dane xaka pîroz, dê nêzîkî mehekê li wê derê bimînin û dê erka xwe ya olî bi cih bînin.
kurdistan24.net

K24-Mêrdîn

Heyama çûna Hecê dest pê kir û li gelek bajarên bakurê Kurdistanê jî qefîleyên Heciyan berê xwe didin axa pîroz. Li Mêrdînê yekem care Hecac ji belafirgeha bajarê xwe diçin Hecê.

Digel yekem qefîleya Heciyan li Mêrdîna bajarê bakurê Kurdistanê jî yekem care li firokexaneya bajêr froke ji bo hece radibin. Qefleya ji 200 kesan pêk tê ji balafirgeha Mêrdînê ji bo axa pîroz ketin rê.

Berê welatiyên Mêrdînê ji bo ku biçin Hecê diçûn frokexaneya bajarên Diyarbekir û Rihayê û li wê derê bere xwe didan Hecê. Di sala 2015an de frokexaneya Mêrdînê hate nûkirin û frehkirin û îsal jî yekem care ku geştên bo derveyî Tirkiyê tên kirin.

"Em ê bi izna xwedê herin Hece, ew axa pîroz. Em ê dieyan ji bo gelê xwe tev de bikin. Xwedê Teala bike ku gelê me, gelê Kurd bi xêr û silamet vegerin malên xwe. Xwedê Teala dergehekê ji bo me tev de çêbike. Xwedê bike em Kurd wekî berê bikevin ser derba xwe de."

Hecacên Mêrdînê jî bi wê yekê gelek kêfxweş bûn ku êdî ji bajarê xwe yekser dê karibin diçin hecê. Hecacên ku ji bo çûyîna Erebîstana Siûdî ketin rê li balefirxaneya Mêrdînê ji aliyê girseyeke mezin ve hatin oxirkirin.

"Eê her du apê xwe bişînin Hecê, bi xer û silamet. Berê ji Stenbolê ji Diyarbekirê diçûn, mala Xwedê ava îro ji welatê xwe, ji Mêrdînê em wan dişînin Hecê. Gelekî xweş e kêfa me jî tê, ji bo ku rêya me jî nezîk bûye."

Hecacên ku berê xwe dane xaka pîroz, dê nêzîkî mehekê li wê derê bimînin û dê erka xwe ya olî bi cih bînin. Herwiha Hecac beriya ku bikevin frokeyê bîr û boçûnên xwe rave kirin û xwestin ku heta ew vegerin li welatê wan aramî û xweşiyek pêk were. Hecacan bi bîr xist ku ew ê li Hecê ji bo başbûna rewşa bakurê Kurdistanê jî dieyan bikin.