Gelo pêvajoyeke nu ku ji berê cudatir li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê despêdike

Pêvajoya aştî û çareseriyê ku di navbera Tîrkîyê û PKK'ê de dimeşiya salek berê bi kuştina du polîsan li navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Ruhayê hatibu têkbirin. Nîha jî operasyonên li dijî rêxistina Fetoyê egera vegera pêvajoya çareseriyê tîne rojevê. Akdemîsyenê Zaningeha Dîcleyê Vedat Koçal jî dibêje vegera pêvajoyê girêdayî polîtîkayên Tirkiyê yên derve ne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/20d54352-dd77-444b-a1ff-639b963136a6/vegera%20pevejoya.ism/manifest

K24-Hewlêr

Pêvajoya aştî û çareseriyê ku di navbera Tîrkîyê û PKK'ê de dimeşiya salek berê bi kuştina du polîsan li navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Ruhayê hatibu têkbirin. Nîha jî operasyonên li dijî rêxistina Fetoyê egera vegera pêvajoya çareseriyê tîne rojevê. Akdemîsyenê Zaningeha Dîcleyê Vedat Koçal jî dibêje vegera pêvajoyê girêdayî polîtîkayên Tirkiyê yên derve ne.

VEDAT KOÇAL - Pisporê Siyasetê li Zaningeha Dîcle ya Amedê- dibêje: Ez di wê baweriyê de me ku dê çarenivîsa vegera pêvajoyê dê li gorî nêzikbûna Tirkiyê û Rûsyayê û her wiha xirabuna têkiliyên bi Amerîkayê re diyar bibe.

Xaleke din a girîng ya vegera pêvajoyê ew e ku tê gotin ku pêwîste berî her tiştî rêya vegerê were paqijkirin ku buyerên hêviyên xelkê têk bibe runedin. Endamê Qomîsyona Aqilmendan ku qomîsyoneke ji bo pêvajoyê hatibu avakirin Fazil Husnu Erdem jî bale dokêşe li ser buyerên girîng.

FAZiL HUSNU ERDEM- Endamê Qomîsyona Aqilmendan- dibêje: Bûyerên wek Robozikê û her wiha kuştina du polîsan bi awayeke zelal were aşkere kirin dibe ku ji bo vegera pêvajoyê astengiyeke mezin ji holê rabe. Lê ji bo vê yeke jî ez bawerim ku hinek dem derbas bibe.

Pêvajoya aştî û çareseriyê bi hevdîtinên li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan despêkiri bû û kêmzêde du salan dewam kiri bû û niha jî dîsa di rojevê de eger a despêkirina pêvajoyeke nû peyda buye.