Li Licê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
K24-Navenda nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê di pevçûnên navbera gerîlayên PKK'ê û artêşa Tirkiyê de, 3 serbaz hatin kuştin û 10 serbaz jî birîndar bûn.
Li navçeya Licê devera gundê Tûtê, serbazên artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê, berêvarê rastê êrişê gerîlayên PKK'ê hatin. Di encamê de, serbazekî hat kuştin, 3 serbaz jî birîndar bûn. Her wiha li navçeya Pasûrê nêzîkî gundêm Temiranê jî 2 serbaz hatin kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.
Li aliyî din, gerîlayên PKK'ê li navçeya Gevera Colemêrgê, di dema derbasbûna otombêlek serbazî de, bombeya ku berê hatibûn çandin teqandin, li gor agahiyên destpêkê 5 serbaz birîndar bûn.
Li navçeya Şemzînanê jî endamên PKK'ê bi hawan û çekên giran êriş li baregeh serbazî ya Rûbarokê kirin.
Encamê vê êrişê nehat ragehandin.
Parêzgariya Colemêrgê, ser êrişên dawî yên navçeya Şemzînanê, li navçeyê 5 herêmên serbazî ragehandin.