Li Rojhilatê Kurdistanê 3 polîs birîndar bûn

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîş li ser otombêleke polîsan hate kirin, di encamê de 3 polîs bi giranî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîş li ser otombêleke polîsan hate kirin, di encamê de 3 polîs bi giranî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên K24ê li nava bajarê Merîwanê motorsiwarekî ku ser çavên xwe girtibû bi narincoyekî êrîşî ser otombêla polîsan kir, di encamê de 3 polîs bi giranî birîndar bûn.

Tê gotin ku, rewşa du polîsan ne cîgir e.

Heta niha ne kesekî yan aliyekî siyasî berpirseyatiya xwe derbarê vê êrîşê negirtiye stûyê xwe.

Ev yek di demekê de tê, ku duh jî li bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê êrîş li ser binkeyeke polîsan hatibû kirin.