Zêdetirî 300 biyanî li Kurdistan li dijî DAIŞê şer dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Raporteke şîrovekirinê aşkere dike ku, 300 kesên biyanî di nava rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên YPGê de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şerê DAIŞê dikin.
Li gor raporteke şîrovekirinê ya Peymangeha Diyalogên Stratîjî ku navenda wê li Londonê ye, zêdetirî 300 çekdarên biyanî di nava Pêşmerge û şervanên YPGê de, bi mebesta şerê DAIŞê bikin, ji du salan ve hatine Iraq û Sûriyê.
Ew raport aşkere dike ku, di nava wan çekdarên biyanî de, piranî ji Amerîka ne û berê jî di nava artêşa Amerîka de leşker bûn û ezmûna wan ya leşkerî jî hene.
Raport diyar dike, zêdetirî 100 Amerîkî di nava hêza Pêşmerge yên Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li dijî DAIŞê şer dikin.
Herwiha di raportê de hatiye ku, welatiyên 26 welatên rojava hatine Iraq û Sûriyê. Ev yek di demekê ye, ku piraniya welatan ji welatiyên xwe daxwaz dikin, neçin wan her du welatan û rûbirûyî DAIŞê nebin.