Piştî rewş a awrte rewş a girtîgeh û girtîyan ber xirabîyê diçe

Li Tirkiyê piştî hewla darbeya leşkerî ji aliyê hikûmetêve ji bo sê mehan Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Ji ber Rewşa Awarte seranserê girtîgehên li Tirkiyê li dijî girtiyan biryarên xeter hatin standin û saziyên mafê mirovan jî ji ber vê yekê nerazî ne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d1797f48-13b1-45b5-b57c-48922f14de3e/PistiRewsaAwarteRewsaGirtigehUgirtiyan.ism/manifest

K24- Enqere

Li Tirkiyê piştî hewla darbeya leşkerî ji aliyê hikûmetêve ji bo sê mehan Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Ji ber Rewşa Awarte seranserê girtîgehên li Tirkiyê li dijî girtiyan biryarên xeter hatin standin û saziyên mafê mirovan jî ji ber vê yekê nerazî ne.

Piştî ragihandina Rewşa Awarte ya ji bo sê mehan ji aliyê Komeleya Hiqûknasên Azadîxwaz(OHD)ve raportek derbarê binpêkirin û astengkirina mafê mirovan ya di girtîgehên Tirkiyê de hate amadekirin.Di raportê de tê gotin ku hemû mafê girtiyan heya fermaneke 2emîn hatine sekinandin, girtî nikarin çalakiyên xwe yên werzîşê bikar bînin û rastî îşkenceyên giran tên.

Derbarê vê mijarê de komele û saziyên mafê mirovan di nava metirsiyê dene kuev Rewşa Awarte bê dirêjkirin. Nûnerên sazîyan rave dikin ku ger Rewşa Awarte demildest neyê rakirin ango bê dirêjkirin dê mafê girtiyan zêdetir bên binpêkirin.

Ahmet Faruk Ûnsal - Serokê MAZLÛM -DER ê – got: "Kesên binçavkirî an jî girtî û yên tên sûcdar kirin, hevdîtinên wan yên digel parezêran hemû di bin kontrol û agahdarbûna dewletê de tênkirin. Ev yek ji aliyê parezêriyê û hiqûqê ve mijareke zêde tengav e. Lê belê ev yek bi erka ku Rewşa Awarte daye tê kirin."

Ji ber Rewşa Awarte tadeya herî zêde li girtiyên siyasî tê kirin. Girtiyên siyasî bi hinceta ku "cih tune ye" tên sirgûnkirin. Ew girtîgehên ku lê tên bicihkirin ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî tazî lêgerîna wan tê kirin û gefa 'destdirêjiyê' li wan tê xwarin. Rêveberê TUHAD-FEDê Mehmet Baytekîn amaje bi wê yekê dike ku heta niha 200 girtiyên siyasî ji bo behra reş hatine sirgûnkirin.

Mehmet Baytekîn  - Rêveberê TUHAD-FEDê –dibêje:"Li ser girtiyan tiştekî pir dijwar tê meşandin,ne av didin, ne cilên wan didin, ne hevdîtin tê pêkanîn,ne malbatên wan diçin ne parezerên wan dikarin biçin. Dema parezer diçin hemû hevdîtinên wan dixin weşanê, yanîbi televîzyonê, gardiyan û hemû rayedarên wê derê li wir amade ne. Di mafên mirovan de tiştekî wisa tune ye. Ev bê hiqûqî ye. Em bang li gelê xwe dikin. Ewên ku demokrat, welatparêz kîne bila vê mijarê ew jî bifikirin."

Li gorî raporta OHDê heta niha di 11 girtîgehan de ji ber Rewşa Awarte, girtî ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin û digel girtiyên siyasî, leşker û bîrokratên ku dema di hewla darbeya leşkerî de hatine girtin îşkenceyên giran li wan tê kirin. Herwiha saziyên mafên mirovan jî dibêjin ku ji ber wan kiryaran hewceye gel dakeve kolanan û dewletê hişyar bike.