Rûsya agirbesteke 3 demjimêrî li Heleb radigihîne

Bi mebesta derbaskirina alîkariyên mirovî, Rûsya li Helebê agirbesteke 3 demjimêrî ya rojane li Helebê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mebesta derbaskirina alîkariyên mirovî, Rûsya li Helebê agirbesteke 3 demjimêrî ya rojane li Helebê radigihîne.

Generalê di Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê de Sergey Rodoskey ragihand, bi mebesta derbaskirina alîkariyên mirovî, rojane ji demjimêr 10:00 ta 13:00 hemû êrîş û bombebaran dê radiwestin.

Herwiha Rodoskey ragihand jî, Rûsya dê bi Ameîka re gotbêj bike, bo çavdêriya derbaskirina alîkariyan di riya Kastêlo re. Herwiha Rodoskey got jî, Rûsya û rêjîma Sûriyê jî amade ne bi rêxistinên mirovî re alîkariyê bikin, da ku alîkarî bigihin xelkê Helebê.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê alîkariyan di NY de Steffan Obrain derbarê agirbesta Rûsya de got, YN dê pêşniyara Rûsyayî lêkolîn bike, lê derbaskirina alîkariyan di riya Kastêlo re pêwîstiya wê bi rawestandina şer 48 demjimêran heye, da ku karibe alîkariyan derbas bike, ne 3 demjimran.

Ji mehekê ve, rêjîma Sûriyê dest danî ser riya Kastêlo ya sereke ji opozîsyonê re û nêzîkî 250 hezar welatî hatin dorpêçkirin. Ji 19 rojan ve jî opozîsyonê karî dorpêça li Helebê bişkînin û şer û pevçûn tund dest pê kirin.

Derbarê agirbesta ku Rûsyayê ragihandiye, berdevkê leşkerî yê grûpa Nûredîn Zenkî pirsî, ma Rûsya li Sûriyê bêalî ye? Rûsya dê hewl bide di van 3 demjimêran de Idlibê bombebaran bike.