Li Turkîya li bernaber rewş a girtî û girtîgehan nerazîbûn heye

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, rewşa girtî û girtîgehan dibe sedema nerazîbûna xizmên girtiyan û komele û saziyên mafên mirovan. Şandeyeke ji parlamenterên HDPê, xizm û parêzerên girtiyan û aktivîstên mafên mirovan pêk tê serdana Girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê kir û bi daxuyaniyekê balkişand li ser pirsgirêkên wan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9d431d6f-7069-4858-9358-ab9ed1a80be0/LiHemberiRewsaGirtiUGirtigehanNerazibun.ism/manifest

K24- Enqere

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, rewşa girtî û girtîgehan dibe sedema nerazîbûna xizmên girtiyan û komele û saziyên mafên mirovan. Şandeyeke ji parlamenterên HDPê, xizm û parêzerên girtiyan û aktivîstên mafên mirovan pêk tê serdana Girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê kir û bi daxuyaniyekê balkişand li ser pirsgirêkên wan.

EvdemekegirtîgehênTirkiyêdibecihênîqaşan. Di saleke dawîn de hejmara girtiyan gelekî zêde bûye û cih di girtîgehan de nemaye. Piştîhewldanadarbeyî 10 hezarankesên din hatingirtin û rewşagirtîgehannebaştirbû. Sazî û KomeleyênMafênMirovan û Parlamenterên HDPê bo balê bikişîne li servêyekê li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de parlamentera HDPê û endama komisyona girtîgehan ya li parlamentoyê Burcu Çelik Ozkan diyar kir ku bi taybetî piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê û destpêka şer û pevçûnan, li girtîgehan mafên mirovan bi giranî tê bin pê kirin û êşkence yeke sîstematîk dest pêkiriye. Ozkan da zanîn ku Hevdîtina girtiyan ya bi malbat û parêzerên wan jî tê asteng kirin.

Burcu Çelik Ozkan-Parlamentera HDPê ya Mûşê, dibêje:"Li Tirkiyê her tim li girtîgehan mafên mirovan bi giranî hatiye bin pê kirin. Lê kiryarên vê sala dawîn, jiyana li girtîgehan bi temamî sekinandiye. Ji xwe azadiya girtiyan ji dest wan hatiye girtin û bi ser de êrîş û îşkenceyên li hemberî wan nayêqebûlkirin."

Li gorî Federasyona Xizmên Girtiyan di mehêndawîn de, ji girtîgeha Sîncana Enqerê 256 girtiyên siyasî ji bo girtîgehên li bajarênBolu, Tekirdag, Karabûk, Bandirma û Alanyayê hatine sirgûnkirin. Herwiha di dema sewqkirina girtiyan de kiryarên rûmeta mirovan têk dibeyên wek, lêgerîna tazî, tacîz û lêdanên pêkhatiye. Li aliyê din, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî balkişand li ser rewşa fîzîkîya girtîgehan û da zanîn ku hejmara girtiyan gelekî hatiye zêdekirin û ji lewra li girtîgehan nexweşiyeke jê vegir belav bûye ku ev yek tenduristî û jiyan a girtiyan dixe metirsiyê.

BetûlKozagaçli- EndamaKomeleyaHiqûqnasêHemdem- Parêzer, dibêje:"Hin girtiyan ji ber zextên li ser wan, amûrên xwe şewitandine. Niha bêeşya mane û ji lewra jî dest bi greva birçîbûnê kirine. Her rojêrîş li girtîgehan pêk tê. Em di demekeqeyranî de derbas dibin. Em hêvîdikin ku em ê bi hevre vê prosesê derbas bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Girtîgeha Zarok û Ciwanan ya Sîncanê 25 zarok û li Girtîgeha Jinan ya Sîncanê jî 2 keçik rastî kiryarên nebaşyên Rewşa Awarte hatine. Parêzer, xizmên girtiyan û Sazî û Komeleyên mafên Mirovan kiryarên li girtîgehan şermezar kir û bang li hikûmetê kir ku demildest dawî li rewşa nebaş yag irtîgehan bînin.