Li Îdira bakurê Kurdistanê çanda duçerxeyê

Bi boçûna welatiyan li heremê sedema ajotina duçerxeyê ya din jî aborî û zêdebûna xwendekaran e.
kurdistan24.net

K24- Îdirê

Li bajarê Idirê ji ber bihayê heqrêya vegûhestinê û bêmesrefiya wê ji sedî 75 welatiyên li vê derê durçerxeyan bi kar tîne. Lewma li Idirê ji wesayîtan zêdetir duçerxe zêdetir tên bikaranîn.

Li Idira bajarê bakurê Kurdistanê ku wekî Çukurovaya Tirkiyê jî tê binavkirin mimkûne ku yek li her goşeyekê li rastî duçerxeyan bê. Lewma firoşkar û çêkerên duçerxeyan li gelek deverên bajêr bi dehan dikan vekirine. Her çiqas bajerên rojhilata Tirkiyê çiyayî û kaş bin jî Idir dijrabere; cihê wê rast e û avhewaya wê li gorî bajarên din ji bo ajotina duçerxeyan jî hê guncawtir e.

Li heremê ajotina duçerxeyan xwedî raboriyeke kevin e jî. Gelek welatiyên ku aboriya wan nebaş û nikaribin wesayîtan bikrin an jî bikarbînin bi duçerxeyan vê pêdiviya xwe bi cih tînin. Xwendekar pê diçin dibistanên xwe, ew kesên nexweşên wan hebin pê dibin nexweşxaneyan û gel jî wê wek wesayita xurekan ya barkêşiyê bikar tîne.

Welatî Mustafa Yildirim wiha got: "Li bajarê me hemû mal duçerxeyan bikartînin. Li gelek malan 2-3 duçerxe hene. Welatî hemû karên xwe bi duçerxeyan dikin yên ku wesayitên wan tune be, ji bo veguhestinê bikartînin. Wekî din jî ji bo jiyaneke tendûristî û ji bo çalakiyên civakî jî duçerxeyê emel dikin."

Bi boçûna welatiyan li heremê sedema ajotina duçerxeyê ya din jî aborî û zêdebûna xwendekaran e. Ji ber ku xwendekar zêde ne û ji bo ku malbat pareyên serwîsan nikarin bidin duçerxeyê di nava bajêr de ji bo veguhastinê bikartînin.

"Li İdirê ev 30 sal in ez karê duçerxeyê dikim. Ji zengînan heya feqîran hemû kes li vir ajotina duçerxeyê dikin. Duçerxe amûra werzîşê ye, welatiyê li vê derê ji ber ku erzan e zivistan û havînan duçerxeyan bikar tîne."

Herwiha ajotina duçerxeyê bandora wê li ser tenduristiya mirovan jî heye. Ji bilî wê firoşkarên duçerxeyê amaje bi wê yekê dikin ku li deverên Idirê yê şinahî ji aliyê malbatan ve car caran pêşbirk tên sazkirin û bi vî awayî tên digel hev malbatên xizan û dewlemend.